Dua Êvarê – Das Abendgebet
Das „Dua Êvarê“ ist das Abendgebet, dass während dem Sonnenuntergang am Abend mit dem Gesicht in Richtung Sonne aufgesagt wird.

Ya siwarê rojhilatê, rojava yê
Hûn bidene xatira dotê û dayê
Hûn me xilas kin ji qedayê, ji bela yê
Hûn bidene xatira kaniya sipî yê
Ya Şêşims tu halê mala xwe bipirsî û me jî vê care
Hûn bidene xatira erş û kursî
Gay û masî
Heyat li kursî
Ya Şeşims tu li halê me û hazira bipirsî
Hûn bidene xatira lewh û qelem e
Hewa û Adem e
ya rabî tu li bang û hawara me were
Li hemû çaxa û li hemû dem a
Ya Şêşims tu pirsiyarekê li halê me û hazira bik e
Hûn bidene xatira çerxan û felekan
Horiyan û melekan
Sira Tawsî Melek û çarde tebeqan
Ya Şêşims tu pirsiyareke xêrê li me û hazira bike
Hûn bidine xatira buhiştê û dar ê
Kafê û mixar ê
Sira Êzî û Bêtil Far ê
Ya Şêşims tu pirsiyareke xêrê li me û hazira bike vê car ê
Hûn bidene xatira dira spî ye
Melekê bêrî ye
Sira Êzî ye
Ya Şêşims li dîwana siltan Şêxadî
Tu bo mala xwe û me jî bikî hêvî ye
Hûn bidene xatira dira sor e
Êzdîne mîr e Qubletil bidor e
Ya Şêşims bang û hawarên me bi melekê jor e
Hûn bidene xatira dira zer e
Ax û av û agir e
Erd û ezman û ber e
Êzdîne mîr û her çar sir e
Ya Şêşims tu li banga mala xwe û me jî wer e
Hûn bidene xatira sûka marîfet ê
Mêrê li ber bedlê diket xilmet ê
Derwêşê şev û roj diket ebadet ê
Şêx û pîr, hosta û merebî, yar û birayên axiret ê
Ya Şêşims tu meferiyeke mala xwe û me jî bike vê carê
Hûn bidene xatira kursiya rehman a
Melekî can a
Behra qudsî suphana,nefesê cana bin can a
Ya Şêşims me ji te divê dîn û îmana
Hûn bidene xatira Cibrayîl, Ezrayîl, Mîkayîl Şifqayîl, Derdayîl, Ezafîl, Ezazîl
Her heft melekên mezin, di destî de mifte û kilîl
Ew jî wê li ber hizreta melekê celîl
Hûn bidine xatira cebrayîl,Ezrayîl,Mîkayîl, Şifqayîl,
Derdayîl, Ezafîl, Ezazîl
Her heft melekên mezin, xasê berê çiqasî bedîl
Di destên wan de, mifte û kilîl
Li hizreta melekê celîl
Ya Şêşims tu meferî,tu xaliqê meyî her û herî
Ti risqa didî û risqa dibî
Ya Şêşims ji te dixwazim sebir û nas
Me yek heya dereca îman ê
Tu me xilas bike ji bêbextî yê.
Ji me Êzdiyan re kilîl û mifte bîn e
Li me veke dergehê xezîn ê
Hawara me ve bê, vê carê xwedanê Hekar ê