- Dua Nîvro – Das Mittaggebet
Das „Dua Nîvro“ ist das Mittaggebet, dass während des Tages bei vollem Sonnenaufgang mit dem Gesicht Richtung Sonne aufgesagt wird.

Ya rebî tu bidî xatirê sitûna erd û ezman
Leyl û leyletil qedrê suretil rahman
Û sunetê virêkey han
Û masiyê bi tenê kerema xwedanê xîveta vedayî
Ser girê kela dengizê
Dewrêşê runiştî li kafa zimzim
Li xewlexanê de
Yê xwe kiriye pisê Şêxadî di mixarê de
Ya rebî tu me û sinetxanê xilas bikî
Ji guhenê me kirî, li gel dê û bavê de
Yê serê xwe daye pêxama sinetê ye
Ya rebî tu bo me û sinetê bi rêkî risqekî
Ji xizna xwe ye jorî ye
Û çend xas û mominê bo te dikin xizmetê
Ya rebî tu bo me û sinetê bi rêkî risqekî
Ji xezîna xwe ye qudretê
Ya rebî tu pirsiyareke xêrê li halê me û sinetê bikî ye
Kerema berê reş li kabeyê
Ya rebî tu me û sinetxanê xelaskî ji
Qeda û belayê
Bûyî nîveka rojê
Hatî ji şerqê çûye bo xerbê
Ya rebî tu me ji guneha xilas bikî û çendî sinetê
Kerema her heft meleka
Ya rebî tiştê ji te dixwazim dîn û îmane û dewlete
Ya rebî tu me û sinetê vexwînî
Dîwana xas û mominetê jorê
Ya rebî her û her her tuyî