
Xwedêo, tu daîmî, tu kerîmî
Tu rehîmî, tu melkê erşê ezîmî
Xwedêo, ji ezelda tu qedîmî
Xwedêo, tu heftê û du mletî bêyî rehmê
Serê ser belgîya, girtîyê hebsîya
Rêwîyê riya, kesîb, belengaz û êxsîra,
Me jî pêra.
Hûn bi maş bin, bi berat bin, bi xelat bin
Bi kur û qîz û mal û dewlet bin
Bi îman û erkan û axret bin
Xem nebî, dem nebî
Rizqê we û hadir-guhdêra kêm nebî
Siyar bûyî peya nebî
Ya dîtî merûm nebe
Şîn û şaîya kêm nebe
Ji dost u dijmina şermîn nebe
Xanî bê derî nebe, mêr bê serî nebe
Çîya bê kerî nebe
Avê gelîya û Kanîya ziha nebe
Bi her buhişt hebe
Derê dojê li we venebe
Nan ji xezna Xwedê û Şîxadî be
Havênî ji Kanîya Sipî be
Ew sifre ji sifrê celîl be
Bereket bi gotina Birahîm Xelîl be
Êm dêkemîn u Şixadi ye temama