- Dua Heyvê – Das Gebet über den Mond
Das Gebet „Dua Heyvê“ handelt vom Mond, mit dem Engel Fexredîn als Patron des Mondes im Mittelpunkt.

Me heyveke xwe ye nû dî ye
Dûreke qîmetî ye
Ser tanceke reşnuranî di îsî ye
şehdê min Şîxadî ye
Qubleta min kanîya Sipî ye
Mesebê min Şêşimsê teterî ye
Fexro tû Fexrekî di cîda Xudanê ilmê be´îde
Tu wê liber kerema Sultan êzîda
Ez êziyê cidê xwe me
Medeha jê di dime
Şêxek rabû ji şam ê Avakir(Laliş) meqam ê
Ya melek Fexredîn te em xundîne lihizret ê
Tu me bisitrînî ji dirba xerq ê
Ji, şerî´etê ji terîqet ê
şikir te em havêtine ser pişka sinet ê
Ya melek Fexredîn me ji te divêt
Fira dest û ol û terîqet
Em barek ya pîroz
Êt hesûd çav sipê diboz
Ya melek Fexredîn heyva nû qismetê kevin
Ya melek Fexredîn heyva nû qismetê kevin
Ya melek Fexredîn heyva nû qismetê kevin