Dua Sibê – Das Morgengebet
Das Dua Sibê ist das Morgengebet, dass während dem Sonnenaufgang morgens mit dem Gesicht Richtung Sonne aufgesagt wird.

Amîn, amîn
Tebarek el-dîn
Ellah ehsen el-xaliqîn
Bi hîmeta Şemsedîn
Fexredîn, Secadîn
Nasirdîn, Babadîn
Şêşims qeweta dîn
Siltan Şîxadî tac el-ewelîn heta axirîn.
Heqq hemd-illah y rebb el-alemîn
Xêra bike, Şerran wergerîn
Mehderekê dixwazîn.
Bi rehma Şîxadî
Rezay Melek Şêxsin
Kerema Şêşims.
Nûr ji nûrê şifiqî
Sibhane ji te xaliqî !
Melekan li ber tifqî.
Ji malê heta malê
Şêşims Xudanê sîqalê
Em li Şêşims nabirrîn xiyalê.
Ji derecê heta deracê
Şêşims Xudanê ferecê
Em dê dest û damanêd Şêşims Tawaf keyn
Şuna Ke`betullahê û hecê
Ji sitûnê heta sitûnê
Şêşims Xudanê me`rîfet û erkan û nasînê
Ji çavî heta devî
Mora Şêşims lê dikevî
Meydana menzna germe nahêlin binivî
Ji serî heta piyan
Ya Şêşims, te neqşandin danayne serêd rêyan
Em ji Şêşims nabirrîn hîviya
Ya Şêşims tu li me vekî dergehê rehmetê
Te em îna bûyine ser vê xilmetê
Sunîk ku sinîn e
Zebûn in di-mandîn e
Em ji Şêşims bi hêvî ne.
Sinetik û sinet e
Zebûn e kêm-taqet e
Me bi Şêşims eynet e
Çî du`aya extiyarê Mirgehhê kirî
Cêşê Melek Fexredîn, qewlê Şîxadî
Du`a-qebûl Pîrê Libna
Wan çî Du`a kirî
Me ew du`a kirî.